Li Silêmaniyê xwepêsandan: Hin mamoste hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Li parêzgeha Silêmanî ya Herêma Kurdistanê, mamosteyên ku xwestin xwepêşandanê pêk bînin rastî mudaxeleya hêzên ewlehiyê hatin. Hate ragihandin ku di encama mudaxeleyê de çend mamoste hatine desteserkirin.
Li parêzgeha Silêmaniyê hêzên ewlehiyê rê nedan xwepêşandana mamosteyan û çend mamostayên xwepêşander desteser kirin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê ragihandiye, mamoste ji bo derbirîna nerazîbûn û daxwaza mûçeyan derketin kolanan û xwepêşandan pêk anîn, lê belê hêzên ewlehiyê rê nedan xwepêşanderan û çend mamosteyên xwepêşander desteser kirin.
Heta niha ne diyar e ku çend mamoste hatine desteserkirin.
Li gorî zanyariyan endamê Encûmena Mamosteyan Mamoste Necmedîn, endamê Encûmena Giştî ya Mamosteyan Dana Ebdul hatine desteserkirin.
Beşeke zêde ya mamosteyên parêzgehên Silêmanî, Helebce, Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê û Rêveberiya Serbixwe ya Germiyanê perwerdehiyê boykot kirin.
Mamoste dixwazin Bexda mûçeyan rasterast bi rêya bankayên dewletê dabeş bike û mûçeyên mamoste û karmendan ji nakokiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê dûr bixe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin