Li Silêmaniyê di malekê de termên 4 kesên ji heman malbatê hatin dîtin
PeyamaKurd – Li bajarê Silêmaniyê yên Herêma Kurdistanê, di malekê de termê 4 kesên ji heman malbatê hatin dîtin.
Rêveberê Navenda beşa lezgîn û hewaçûnê ya Silêmaniyê Lezgîn Samanragihandiye ku li taxa Çwarbax a Silêmaniyê termê 4 kesan di malekê de hatiye dîtin ku termên jin û zilamekî û kur û keçên wan bûn.
Berpirsê ragehandin û pêwendiyên polîsê Silêmaniyê Neqîb Serkewt Ehmed jî eşkere kir, “Îro em hatin agahdar kirin ku termê 4 kesan di maleke li taxa Çwarbax a Silêmaniê hatine dîtin û hêzên polîs gihîştin cihê bûyerê û termên wan ji bijîşkê dadî ya Silêmaniyê re hatin şandin.”
Neqîb Ehmed gotiye: “Ew kesên termên wan hatine dîtin endamên heman malbatê ne. Li gorî zanyariyên destpêkê guman heye elektrîkê ew girtibin û jiyana xwe ji dest dabin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin