Termên 5 kesên li Behra Ege xeniqîbûn sibe digihin Silêmaniyê

23 January 2020 19:24 0 dîtin
Termên 5 kesên li Behra Ege xeniqîbûn sibe digihin Silêmaniyê

PeyamaKurd - Berdevkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Cotyar Adil li ser dema anîna termên qurbanên li Behra Ege peravên Tirkiyê noqî avê bûye, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Cotyar Adil ragihand ku termên her pênc qurbaniyên li Behra Egeyê xeniqî ne, wê sibe 24ê mehê, li saet 08:45an bigihin Balafirgeha Navnetewî ya Silêmaniyê.

Daxuyaniya berdevkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Cotyar Adil:

Roja 24.01.2020ê demjimêr 08.45ê termê 5 qurbaniyên bota noqî avê bûyî ya li Behra Egeyê yên bi navên Rêbîn Ebas Mihemed, Rewend Mistefa, Rêbîn Mihemed, Sîver Star û Yusif Babekir li ser erkê hikûmeta herêma Kurdistanê dê bên vegerandin û dê bigihin balefirgeha navnetewî ya Silêmaniyê.

Anîna termê wan qurbaniyan li ser erkdar kirina serokê hikûmeta herêma Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî di civîna heftiya borî ya li encûmena wezîran, li gel xemgînî û hevxemiya xwe li gel malbat û kesûkarên qurbanan anî ziman, saziyên hikûmetê jî erkdar kirin ku, hemû alîkarî û asankarî bo vegerandina termê qurbanan ji herêma Kurdistanê re bên kirin.

Cotyar Adil

Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê