Li Sirnexê qezeya trafîkê: 9 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê, du otomobîl li hev qelibîn û 9 kes birîndar bûn.
Otomobîla ku Huseyîn G. diajot û otomobîla ku Muzaffer K. diajot li Bûlwara Şaredariyê li hev qelibîn.
Di qezeyê de tevî ajokaran, Z.K. (39), N.N.K. (17), R.K. (15), N.S.K. (13), A.M.K. (6), A.K. (4) û M.K. (4) jî birîndar bûn ku di otomobîlan de bûn.
Tîmên cansaxiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin