Li Hênê qezeya trafîkê: 3 kesan canê xwe ji dest da
PeyamaKurd – Li navçeya Hênê ya Diyarbekirê 3 wesayît li hev qelibîn, di qezeyê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Li kolana Dîcleyê ya Hênê otomobîla bi plakaya ci 21 ACU 934 û kamyona bi plakaya ci 47 KG 343, li hev qelibîn.
Kontrola otomobîlê bi plakaya 21 ACU 934, ji destê şofor derket û li traktorekê qelibî.
Piştî pêhesîna qezaya trafîkê ekîbên cansaxiyê û yên emnî ber bi devera qezayê ve hatin hinartin.
Di qezeyê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 3 kesî jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneya Hênê.
Cenazeyên 3 kesên ku canê xwe ji dest dan jî birin morgên nexweşxaneyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin