Li Stenbolê 18 kesên din jî ji ber govendê gerandin hatin desteserkirin û girtin

28 July 2024 18:47 0 dîtin
Li Stenbolê 18 kesên din jî ji ber govendê gerandin hatin desteserkirin û girtin

PeyamaKurd - Li Stenbolê jî 18 kesên ku govendê digerandin bi angaşta ku "propagandaya terorê" kirine hatin desteserkirin. Ji wan 18 kesan 11 kes hatin girtin.

Li gor nûçeyên medyayê 17 kesên ku bi îdiaya "propagandaya terorê" dikirin, dema li navçeyên Stenbolê yên Arnavutkoy, Esenyurt û Gazîosmanpaşayê li kuçe, kolan û dawetan de govendê digerandin ji aliyê polêsên Gerînendehiya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Tirkiyeyê ve hatin binçavkirin.

Her wiha kesek bi hinceta ku di otomobêla xwe de “stranên rêxistinê guhdarî dike” hat binçavkirin.

Ji 18 kesên ku ji dadgehê re hatin arastekirin 11 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û 7 kes jî bi kontrola dadgehî hatin berdan.

Di van demên dawî de, hêzên ewlehiyê yên Tirk, li dijî Kurdên ku govendên gelêrî digerînin pêla girtin û desteserkirinê dane destpêkirin.

Herî dawî îro li navçeya Misircê ya parêzgeha Sêrtê ya bakurê Kurdistanê, 6 keçên Kurd, ji ber di dawetekê de govendê gerandin û dîmenên wan li ser medya civakî hate belavkirin, hedef hatibûn nîşandan û paşê bi heman angaştê hatin desteserkirin û girtin.