Li Stenbolê di malekê de yek jê zarok 3 kes mirî hatin dîtin

15 November 2019 15:00 0 dîtin
Li Stenbolê di malekê de yek jê zarok 3 kes mirî hatin dîtin

PeyamaKurd – Li navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê, di malekê de yek jê zarok bi tevahî 3 kes mirî hatin dîtin. Qaymeqamiya wê navçeyê ragihand ku her sê kesan ji ber siyanurê canê xwe ji dest daye.

Qaymeqamiya Bakirkoya bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku îro roja îniyê danê sibehê li Bakirkoyê di malekê de yek jê zarok bi tevahî termê sê kesan hatiye dîtin. Li gorî zanyariyan her sê kes ji heman malbatê ne û bi siyanurê dawî li jiyana xwe anîne.

Di daxuyaniyê de hat aşkerekirin ku tîmên AFADê têsbît kiriye ku, her sê kes ji heman malbatê ne û ji ber siyanurê canê xwe ji dest dane.

Li gorî zanyariyan her sê kes ferden malbatekê bûn û zilam li Çarşiya Mezin a Stenbolê (Grand Bazaar) esnaf bû û tê gotin ku gelek deyndar bû.

Termê her sê kesên mirî bo otopsiye rakirin Saziya Tibba Edlî ya li Yenîbosnayê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin.