Li Stenbolê çar û xwisk û bira mirî hatin dîtin
PeyamaKurd – Li navçeya Fatihê ya Stenbolê di maleke de ku li ser deriyê wê hişyariya "Baldar be siyanur heye" hebû 4 xwişk û bira mirî hatin dîtin.
Li kolana Oguzhan a taxa Guranî ya navçeya Fatîhê ya Stenbolê, di qata yekemîn a avahiyekê de 2 jê jin 4 xwişk û bira mirî hatin dîtin. Kesekî ku xwe negihand xizmên xwe li polisan geriya û rewşê vegot.
Li gorî angaştê, polisên ku hatin cihê bûyerê, li ser deriyê malê hişyariya "Baldar be siyanur heye, li polisan bigerin, nekevin hundir" dîtine. Li ser vê yekê ji bo cihê bûyerê komên AFADê hatin vexwendin."
Komên AFADê tevdirên pêwîst girtin û ketin hundir. Kom li hundir rastî cenazeyê Cuneyt Yetîşkîn (48), Oya Yetîşkîn (54), Kamûran Yetîşkîn (60) Yaşar Yetîşkîn (56) ku xwişk û birayên hevin hatin.Piştî lêkolînên ku hatin kirin, cenazeyê her çar xwişk û birayan rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin