Li Îstenbolê 2 Îngîlîz li otêlê mirî hatin dîtin

14 September 2019 01:29 0 dîtin
Li Îstenbolê 2 Îngîlîz li otêlê mirî hatin dîtin

PeyamaKurd- Li bajarê îstenbola Tirkiyê li taxa Tomtomê 2 hemwelatiyên Îngîlîzan li apart otêlekî mirî hatin dîtin. Xebatkarên otêlê dema dîtin ku her dû Îngîlîz yên bi navên Halina Paula De Silva (59) û Adrian Samuel Bligh (60) di odeyên xwe de bê tevger mane, xeberê dan polîs û tîmên tenduristiyê.

Tîmên tenduristiyê hatin ciyê bûyerê û her kesan kontrol kirin lê dîtin ku jiyana xwe ji dest dane.Polîs li otêlê lêkolîna xwe kir û paşî cenazeyên her dî Îngîlîzan birin morga Tib a Edlî.