Li Stenbolê erdhej çêbû
PeyamaKurd – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê erdhej çêbû.
Li gor Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê AFADê diyar kir, li Stenbolê di saet 15.08an de bi pileya 3,9 a rixterê, erdhej çêbû.
AFADê herwiha da zanîn, kûrahiya erdhejê 7 kîlometre ye û navenda erdhejê Stenbol Kartal e.
Parêzgarê Stenbolê Alî Yerlîkaya destnîşan kir, heta niha ti agahiyên neyînî negihîştiye ber destê wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin