Pistî erdheja Stenbolê heya seveqê 106 erdhejên din ên piçûk çêbûn

27 September 2019 09:44 0 dîtin
Pistî erdheja Stenbolê heya seveqê 106 erdhejên din ên piçûk çêbûn

PeyamaKurd - Piştî erdheja Stenbolê ya bi dijwariya 5.8an heya îro şefeqê 106 erdhejên din ên piçûk çêbûn ku pileya yêkê ji wan 4.4 bû.

Hat ragihandin ku piştî erdheja li Stenbolê ya 5.8an, yek jê bi pileya rixterê 4.4 bi tevahî 106 erdhejên din ên piçûk rû dane.

AMARÊN ERDHEJA STENBOLÊ

Li Balatê du avahiyên vala û metruk bi awayekî kontrolkirî hatin hilweşandin.

Li navçeya Kuçukçekmece, Bahçelievler û Eyupê avahî rûxiyane. Li Sultangaziyê jî dîwarên avahiyekê derizîn.

Hêjayî gotinê ye, li Stenbolê bi qasî 20 milyon însan dijîn ku bi hezaran xaniyên li bajêr ên ne li gorî rêzikên avahîsaziyê hatine çêkirin, di bin talûkeya hilweşînê de ne.