Li Sudanê, 7 roj agirbest hat ragihandin!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada leşkerî ya Sudanê hatin ragihandin, li Sudanê aliyan li ser agirbesta 7 rojan li hev kir.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku li Sudanê, aliyan li ser agirbesta 7 rojan a ku ji 4ê Gulanê dest pê dike, li hev kir.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ragihand ku ji ber şer û pevçûnên li Sudanê, nêzîkî 334 hezar kes di hundirê welêt de koçber bûne.
15ê Nîsanê danê sibê li paytexta Sudanê Xartûm û bajarên din di navbera artêşa Sudanê û Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) de pevçûnên çekdarî derketin. Nakokiyên di navbera artêş û HDKê de li ser reforma ewlekariya leşkerî ku "tevlîbûna HDKê di nav artêşê de" tê pêşbînîkirin, di van çend mehên dawî de veguherî pevçûneke germ.
Wezareta Tenduristiyê ya Sudanê ragihand ku di şerê navbera artêş û HDKê de 528 kes mirine û 4 hezar û 599 kes jî birîndar bûne.
Artêş û HDKê ragihandin ku bi hewildanên Erebîstana Siûdî û Amerîkayê biryara dirêjkirina agirbestê ji 1ê Gulanê û pê ve ji nîvê şevê pê ve ji bo 72 saetan hatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin