Li Sûdanê bi guleyan êrîsî karwana dîplomatîk a Amerîkî kirin
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ragihand, do li Sûdanê ku şer û pevçûnên navbera artêş û hêzên paramîlîter ên bi navê Hêzên Piştgiriya Bilez didomin, bi guleyan êrîşî karwana dîplomatîk a Amerîkî kirine.
Blinkenê ku ji bo Civîna Wezîrên Karên Derva yên G7ê li Japonyayê ye got, "Ev kiryareke bêhiş û bêberpirsiyarî bû. Helbet ewlekariya mirovan jî xistiye xeterê."
Blinken diyar kir, di bûyera li paytext Xartûmê de kuştî û birîndar çênebûne û wiha got: "Lêpirsîn dewam dike. Lê belê tesbîtên ewil nîşan didin ku yekîneyên Hêzên Piştgiriya Bilez di bûyerê de cih girtine."
Di daxuyanîya ku ji teref Qesra Spî ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di vê qonaxê de tehlîyekirina hemwelatîyên Amerîkî yên li Sûdanê nayê plankirin.
Balyozê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê Sûdanê Aidan O'Hara jî do li mala xwe ya li Xartûmê rastî êrîşê hat.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bang li serokên aliyên nakok ên Sûdanê kir û banga agirbestê kir.
Serokê Hêzên Piştgiriya Bilez Mihemed Hamdan Dagalo li ser hesabê xwe yê Twitterê got, ew bi Blinken re pirsgirêkên herî giran ên Sûdanê dinirxînin.
Karbidestên Wezareta Derve ya Amerîkî gotin, pir xemgîn e ku sivîl jî di pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de hatine kuştin.
Hat ragihandin, di pevçûnên îro danê sibê de li paytexta Sûdanê Xartûmê dengê çekan hat.
Bajar berê jî bû şahidê êrîşên hewayî.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di şerên sê rojan de derdora 185 kes hatin kuştin û zêdetirî 1800 kes jî birîndar bûn.
Komîteya Navendî ya Bijîşkan jî ragihand, di pevçûnan de nêzî 200 sivîl hatine kuştin. Lêbelê, tê ragihandin ku hejmara rastîn pir zêde ye.
Li Xartûmê ji ber şer û pevçûnan gelek nexweşxane nekarin bên bikaranîn û her ku diçe kêmasiya kelûpelan zêde dibe.
Ji ber ku ji welatên herêmê navbeynkar nikarin biçin Sûdanê, di demeke kurt de hêviyek ji bo aşitiyê kêm e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin