Li sûna endamên encûmena saredariyê qeyûm hatin danîn
PeyamaKurd – Piştî danîna qeyûma li şûna şaredariyan niha jî qeyûm danîn ser endamên encûmena şaredariyê.
Karmendên şaredariya navçeya Edremît (Artemêtan) a bajarê Wanê wekî qeyûm tayînî şûna 4 endamên encûmena şaredariyê hatin kirin ku beriya niha ji kar hatibûn dûrxistin.
Wezareta Karê Navxwe ya Tirkiyê 4 endamên Meclîsa Şaredariya Artemêtanê ya Wanê ji kar dûr xistibûn û li şûna wan jî niha 4 karmendên şaredariyê wek qeyûm hatin tayînkirin.
Di şûna Hevşaredar Medenî Ozen de Midûrê Çandiniyê yê Navçeyê Ercan Karahan, di şûna Savaş Encu de Alîkarê Serokşaredar û Midurê Karên Nivîsan Vedat Îllî, di şûna Atiye Şen de jî Midurê Zabiteyan Abdullah Ekîncî û di şûna Sevînç Şeker de jî Midurê Îmarê yê Şaredariyê Nevzan Îlhan hatin danîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin