Qeyûmê Miksê projeyên saredariyê jê bir

02 December 2024 16:00 0 dîtin
Qeyûmê Miksê projeyên saredariyê jê bir

PeyamaKurd – Li gorî nûçeyeke Ajansa Mezopotamyayê (MA), qeyûmê ku li Şaredariya Miksê hatiye tayinkirin, hemî proje û xebatên hevşaredaran ên li ser medyaya dijîtal jê bir û alaya tirkan bi avahiya şaredariyê ve daliqand. 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û 13 şaredariyên wê di hilbijartinên 31ê adarê de bi dest xistibû. Bi îdiaya “Her çendê ne endamê rêxistinê be jî lê ji ber li ser navê rêxistinê sûc kiriye”, 3 sal û 11 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredar Ayvaz Hazir hate birîn û her du hevşaredar ji peywirê hatin bidûrxistin.

Qeyûmê Şaredariya Miksê Harun Arslangun weke karê ewilî, pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê rê nedin xespkirinê” ji avahiya şaredariyê anî xwarê. Qeyûm Arslangun piştre jî hemî xebat û projeyên hevşaredaran ên li ser medyaya dijîtal jê bir û alaya tirkan li avahiya şaredariyê daliqand. Hevşaredarên Miksê Ayvaz Hazir û Nebahat Benek şaredarî bi 22 milyon û 92 hezar û 914 TLyî yê deyn ji AKPyê dewr girtine. Ev deyn, 8 qat ji dahata şaredariyê zêdetir e. Qeyûm, xizmetên hevşaredaran jê biriye lê dest neda parvekirinên di serdema AKPyê de. Li ser fermana qeyûm, avahiya şaredariyê bi polîsan hate dorpêçkirin.