Saredariyên Bexda û Dîlokê rêkeftina projeyên xizmetê îmze kir
PeyamaKurd – Di navbera şaredariyên bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê û Şaredariya Bexdayê de, rêkeftineke xizmet û projeyên binesaziyê hat îmze kirin.
Parêzgarê Dîlokê Davut Gul û Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Sezer Cihan li paytexta Iraqê Bexdayê ligel Şaredarê Bajarê Mezin ê Bexdayê Emmar Mûsa Kazim civiyan û di navbera herdu aliyan de rêkeftina xizmetên şaredariyê û projeyên binesaziyê hat îmze kirin.
Şaredarê Bexdayê Emmar Mûsa Kazim got: “Rêkeftina me dê di warê hevkariya sektora xizmetê ya di navbera her du welat û her du bajaren de û pêşketina xizmetên şaredariyê yên Bexdayê de destpêkek e.”
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Sezer Cihan jî derbarê rêkeftinê de diyar kir: “Em ji bo rêkeftina di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê û Şaredariya Bajarê Mezin a Bexdayê de hatin vê derê. Gelek tiştên di warê çand, perwerde û bazirganiyê de hene ku her du bajar ji hev fêr bibin. Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê di warê sektora xizmetê ya binesaziyê de ji Tirkiyê re mînak e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin