Berpirsekî PDKê: Bexda, li ser rêkeftinan papend nebû
PeyamaKurd- Endamê Polîtburoya PDKê Piştîwan Sadik diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên li hember hikûmeta Iraqê bi cih hanî, lê belê Bexda bi vî rengî tevnegeriya.
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Berpirsê Rêxistina Duhokê ya PDKê Piştîwan Sadik, di derbarê pêwendiyên partiya xwe ligel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) got ku
“Kêşeyên navbera PDK û YNKê ne pirsgirêkên mezin in, dikarin bên çareserkirin. Di siyaset û têkiliyên siyasî de hilbûn û daketinên wiha hene.”
Piştîwan Sadik bal kişand li ser wê yekê ku PDKê di wê baweriyê de ye ku yekrêziya Kurdistanê xizmeta proseya siyasî û doza rewa ya gelê Kurdistanê dike û got ku
“Em di wê baweriyê de ne ku em dikarin bi yekrêziyê bigihînin mafên xwe yên destûrî. Em dibînin ku di derbarê cîbicîkirina destûrê de dest ji hikûmeta Iraqê berdidin. Hevkariya çandî, yekîtî û pabendbûna bi peymanan jî qels e, lê ev nayê wê wateyê ku bi dawî bûye. Em wekî PDK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku dê bi diyalogê pirsgirêk bên çareserkirin.”
Sadik amaje bi wê yekê jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî hikûmeta Iraqê erka xwe pêk haniye û got,
“Berê, gelek kes bi taybetî hinek kesên navxwe digotin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê neft negihandiye Bexdayê, ji ber wê jî hikûmeta Iraqê ev yek kir. Li gorî peymanan tevnegerin. Herêma Kurdistanê niha ji erka xwe zêdetir kiriye.
Nabe debara jiyana xelkê Herêma Kurdistanê û mûçeyê xelkê Herêma Kurdistanê bi tu mijareke din re bê tevlihevkirin. Pêwîst e her meh pirsgirêka mûçeyan rasterast were cîbicîkirin. Tişta ku me di sê mehên borî de dîtiye ew e ku mijara mûçe, mafên darayî yên welatiyan, maddeya 140 û hin mijarên din bi awayekî baş nayên cîbicîkirin.
Lê belê em ne bêhêvî ne, em ê bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin. Herêma Kurdistanê êdî paşve naçe. Rewşa wî bi her awayî rastiyek e û divê me hemûyan biparêze.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin