Qeyûm Encûmena Saredariyê fesih kir û çend proje betal kirin
PeyamaKurd – Parêzgar û Qeyûmê li şûna şaredarê HDPê yê tayînkirî Hasan Basrî Guzeloglu, bêyî beşdariya endamên encûmena şaredariyê bi beşdariya 5 karmendan civîn li dar xist û di wê civînê de jî encûmena şaredariyê ya hilbijartî fesih kir. Herwiha hat zanîn ku di wê civînê de çend projeyên encûmena şaredariyê yên hatibûn pesendkirin jî hatine betalkirin.
Hat ragihandin ku rêveberiya qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê yekem civîna xwe ya encûmenê 11ê îlonê li dar xistiye û qeyûm Guzeloglu li şûna ku civînê bi tevlîbûna 68 endamên encûmenê yên HDPê, 22 endamên AKPê û 3 endamên Partiya Saadetê pêk bîne, bi beşdariya 5 karmendan civîn li dar xistiye.
Li gorî zanyariyan di wê civînê de encûmena şaredariyê hatiye fesih kirin, lê heta niha têkildarî ‘Feshkirina encûmenê’ ji endamên encûmena şaredariyê yên di hilbijartina 31ê adarê de hatine hilbijartin re ti agahdarîyek nehatiye kirin.
Herwiha hat zanîn ku di wê civînê de qeyûm, biryara çêkirina 5 mizgeftan a ku Encûmena Şaredariya Peyasê dabû û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê erê kiribû jî betal kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin