Li Taxa Ezîziyê ya Heseke teqînek çêbû: 3 kes birîndar bûn

27 June 2022 10:29 0 dîtin
Li Taxa Ezîziyê ya Heseke teqînek çêbû: 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Taxa Ezîziyê ya Heseke ya Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, do Yekşemê 26ê Hezîrana 2022an li Taxa Ezîziyê ya Heseke ya Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Hat zanîn ku navên welatiyên di teqînê de birîndar bûne Rexed Hisên Hesen ê 18 salî, Ednan Hisên Hesen ê 11 salî û Şîndar Selmo yê 25 salî ne.

Herwiha ajansên nêzikî Rêveberiya Xweser eşkere kirin ku birîndar rakirine nexweşxaneyê û heta niha sedema teqînê nehatiye eşkerekirin.