Li Tirkiyê bo zimanê Kurdî Wezareta Perwerdê 2 mamoste tenê peywirdar kir
PeyamaKurd – Li Tirkiyê, Wezareta Perwerdê 20 hezar mamosteyên nû peywirdar kir, lê di nav mamosteyên nû de, tenê 2 mamoste bo zimanê Kurdî hat wergirtin. Ev yek rastî nerazîbûna saziyên parastina zimanê Kurdî hat û daxwaz ew e ku derçûyên beşên zimanê Kurdî werin peywirdarkirin.
Wezareta Perwerdê ya Tirkiyeyê, beriya serdema nû ya perwerdeyê 20 hezar mamosteyên nû wergirt. Di nava 20 hezar mamosteyan de tenê 2 mamoste bo Kurdî hatin peywirdarkirin. Ev hejmara ku bo Kurdî hatî veqetandin, ji aliyê saziyên ku hewl didin parastina zimanê Kurdî bidin ve rastî bertekên tund hat.
Rêveberê Hereketa Zimanê Kurdî Hez-Kurdê Barij Celalî dibêje, divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û hemû beşên perwerdê de were bikaranîn, lê divê Kurd jî li zimanê xwe xwedî derkevin, da ku dewletê mecbûrî avêtina gavan bikin.
Di derbarê helwesta dewletê li ser zimanê Kurdî de, bal tê kêşan ku hember zimanê Kurdî ji berê de helwesteke neyînî heye û bi pergala bişaftinê re girêdayî nayê xwestin zimanê Kurdî di civakê de belav bibe. Endama Tora Çand û Zimanê Kurdî Cewahîr Sadak destnîşan dike ku divê êdî Kurd li ser vê rewşê wek bersiv li zimanê xwe xwedî derkevin.
Endama Tora Çand û Zimanê Kurdî Cewahîr Sadak diyar dike: "Dibêjin li Tirkiyeyê ji 30 milyonî zêdetir Kurd hene. Ji bo 30 milyonî 2 mamoste tenê hatine erkdarkirin. Henekê xwe bi gel dikin. Îca divê Kurd vê yeke bibînin. Dibe ku sibe wan mamosteyan jî ji kar biavêjin û bêjin we dersa zimanê Kurdî daye."
Ji Zankoyên Bakurê Kurdistanê yên ku beşa Ziman û Wêjeya Kurdî tê de hene heta niha kêmzêde 1500 xwendekar derçûne lê ji van xwendekaran qasî % 10 ê kêmtir kes hatine peywirdarkirin. Saziyên parastina zimanê Kurdî dibêjin sedem ew e ku desthilat wek amûreke siyasetê ziman bi kar tîne, lê dema ne di berjewendiya wan de be gavan navêjin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin