Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara miriyên koronayê 7 hezaran derbas kir
PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, amarên 24 saetên borî yên rewşa vîrusa koronayê ragihand.
Li gorî ragihandina dawî, di nav 24 saetên borî de li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 57 kesên din can dane û hezar û 527 kesên din jî bi koronayê ketine.
Bi van amaran re li gorî ragihandina fermî, hejmara miriyan gihîşt 7 hezar û 56 kesan û hejmara pêketiyên Covid-19 jî bû 291hezar û 162 kes.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin