Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzî 300 sazî û rêxistinên sivîl bi festîvalekê hatin cem hev
PeyamaKurd – Bi serkêşiya Yekitiya Ewropayê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzî 300 sazî û rêxistinên sivîl yên ku mafên jin, zarok penaber, rojnamevan û kêmnetewan diparêzin parastina mafên mirova dikin bi festîvalekê hatin cem hev û rewşa penaberên li Tirkiyê û arîşeyên di warê darazê de rû didin di festîvalê de gotûbêj kirin.
Raporta saziya navdewletî Freedom Housê diyar dike, di du salên borî de herî zêde li Tirkiyê mudaxaleyê darazê hatiye kirin û di warê parastina mafên mirova de jî Tirkiye di nava 195 welatan de di rêza 146an de cih digre û her ku diçe di warê parastina mafên mirova de ji hêmanên gerdûnî yên mafê mirovan dûr dikeve. Ji ber vê çendê li Enqera paytexta Tirkiyê bi pêşengiya Yekîtiya Ewropayê û Navenda Pêşxistina Saziyên Sivîl ji bo ku ev rewşa Tirkiyê bê guherîn festîvala “Dengê Sivîl” hate sazkirin. Li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nêzî 300 sazî û rêxistinên sivîl yên ku mafên jin, zarok penaber, rojnamevan û kêmnetewan diparêzin beşdarî vê festîvalê bûn.
Li gor zanyariyan, herî zêde sazî û rêxistinên penaberan di festîvalê de cih girtin, da ku kêşeyên penaberên li Tirkiyê dijîn berfirehî raber bikin.
Di vê festîvalê de yek jî mijara sereke, rewşa dadperweriya li Tirkiyê bû û saziyên ser vê mijarê beşdarî festîvalê bûn dibêjin her roj baweriya ji bo edaleta Tirkiyê kêm dibe

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin