Li Urdinê ji ber teqîna tankereke gaza jehrî 13 kesan can dan

28 June 2022 09:35 0 dîtin
Li Urdinê ji ber teqîna tankereke gaza jehrî 13 kesan can dan

PeyamaKurd – Li Urdinê ji ber teqîna tankereke gaza jehrî ya li bendera Eqebeyê 13 kesan can dan û zêdetirî 250 kes jî birîndar bûn.

Li gor  zanyariyan, li bendera Eqebeyê dema tankereke gaza jehrî ji keştiyekê tê daxistin, tanker ket û teqiya û di encama wê bûyerê de herî kêm 13 kesan can dan û 250 kes jî birîndar bûne.

Herwiha televîzyona Urdunê eşkere kir, cihê ku gaza jehrî jê derketiye dûrî navçeyên niştecihbûnê ye.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Urdunê jî da zanîn, herêm bi temamî hatiye dorpêçkirin û pisporan jî dest bi kontrolkirina rewşê kirine.

Di berdewamiyê de hat destnîşankirin, madeya ku derketiye gaza kilor a şil e ku gazeke giran û jehrî ye.

Hêjayî gotinê ye, Eqebe tekane bendera deryayî ya Urdinê ye û piraniya hinardekirin û hawerdekirina Urdinê tê re derbas dibe û ew yek ji benderên sereke yên deryaya Sor e.