Di kargehekê de ji gaza jehrî 6 kes mirin

06 January 2022 18:04 0 dîtin
Di kargehekê de ji gaza jehrî 6 kes mirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li welatê Hindistanê ji ber gaza jehrî ya ji nav tankêreke kargehê herikibû 6 kesan can da û 25 kes jî bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.

Berpirsê polîsê bajarê Surat ê wîlayeta Gucarat eşkere kir ku gaza jehrî ji nav tankêreke kargeheke endustrîyê herikiye û bûye sedema mirina 6 kesan.

Berpirsê polîs herwiha da zanîn ku 25 xebatkarên kargehê jî bo nexweşxaneyan hatine veguhestin, lê derbarê rewşa tenduristiya wan de agahî nedan.

Di sala 2020an de jî li eyaleta Andhra Pradeş a Hindistanê di fabrîkayekê de ji ber gaza jehrî 12 kes miribûn û bi sedan kes jî birîndar bûbûn.