Li Urmiyê 22 kesên din ji ber Korona can dan

02 July 2020 14:24 0 dîtin
Li Urmiyê 22 kesên din ji ber Korona can dan

PeyamaKurd – Di 24 saetên dawî de 22 kesan bi vîrusa Koronayê, li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê can dan.

Serokê Zanîngeha Bijîşkî ya Parêzgeha Urmiyê Cewad Aqazade ragihand, di 24 demjimêrên dawî de 22 kesan ji ber vîrusa Korona can dane.

Cewad Aqazade da zanîn, di 24 demjimêrên dawî de 328 kes bi vîrusa Koronayê ketin û gûmana pêketina 525 kesên din jî bi Koronayê heye.

Bi vî awayî, li Urmiyê heta niha 458 kesan bi Koronayê can dane.

Li gor agahiyên dawî ji Rojhilatê Kurdistanê di derbarê belavbûna vîrusa Koronayê de tên, heta pêr, roja 30ê Hezîranê 1 hezar û 400 kesan zêdetir li Rojhilatê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê can dane û piraniya qurbaniyan jî, ji parêzgeha Urmiyê ne.