Li Wanê îro derabe nehatin vekirin
PeyamaKurd – Namzetê Partiya DEMê Abdullah Zeydan ku li Wanê ji sedî 55,48ê dengan wergirtibû, weke Şaredarê Bajarê Mezin hat hilbijartin, lê li ser serlêdana Wezareta Edaletê biryara vegerandina mafên xwe yên neqanûnî ji aliyê dadgehê ve hat paşxistin.
Piştî vê biryarê, li şûna Zeydanê ku di hilbijartinê de bi ser ketibû, belgeya hilbijartinê ji namzetê AK Partiyê yê ku di hilbijartinê de têk çûbû, hat dayîn.
Gelê Wanê ji rewşê re bertek nîşan dide. Gelê Wanê ji duh ve çalakiyên cuda li dar dixe. Li bajêr îro derabe nehatin vekirin.
Hat ragihandin ku wê îro saet di 11:00 de ji 7 nuqteyên cuda heta navenda bajêr meşek bê lidarxistin.
Hat diyarkirin ku wê Hevserokên Giştî yên DEMê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî beşdarî meşê bibin.
Ji aliyê din ve jî hat ragihandin ku polîsan danê sibehê girtine ser gelek malan û bi dehan kes desteser kirine.
Hat ragihandin ku ji bajarên derdorê bi hezaran polîs sewqî Wanê kirine.
Parêzgariya Wanê 15 rojan li bajêr qedexeya xwepêşandanan ragihand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin