Li Wanê 210 koçberên qaçax hatin girtin

30 October 2020 12:31 0 dîtin
Li Wanê 210 koçberên qaçax hatin girtin

PeyamaKurd – Li navçeya Ercîşê ya Wanê, di TIReke bi guman de, 210 koçberên qaçax hatin dîtin û desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkî, bi operasyonekê girtin ser TIReke bi guman û tê de jin û zarok jî nav de, 170 Afgan, 26 Pakîstanî, 9 Iraqî, 4 Bangladeşî û Ozbekek, bi tevahî 210 koçberên qaçax girtin.

Şifêrê TIRê hat desteserkirin û koçberên qaçax jî radestî Rêveberiya Koçberan a Parêzgariyê kirin.