Li Wanê di nav malekê de 3 hezar 744 esrara kok hat girtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Tûşba ya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, polîsan di nava malekê de 3 hezar û 744 esrara kok girt û kesê li mala xwe esrar çandibû girtin.
Parêzgariya Wanê ragihandiye ku xebatên tîmên Fermandariya Cendermeyan ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişbir dewam dikin û eşkere kir, di encama lêkolînên îstixbaratê yên tîmên Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Tûşba, Şaxa Têkoşîna li Dijî Tawanên Organîze û Qaçaxçîtiyê li malekê operasyon hat kirin.
Hat diyarkirin, di lêgerînê de, 1382 jê hişkkirî, 2 hezar û 362 jê di guldank û kîsan de çandî 3 hezar û 744 esrara kok û 695 gram tovê esrarê hat bidestxistin.
Hat ragihandin ku xwediyê malê kesê bi navê C.D. hatiye binçavkirin û piştî derketiye pêşberê dadger hatiye girtin.
--

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin