Li Wanê otobûsek wergeriya: 5 mirî, 35 birîndar

17 September 2023 14:30 0 dîtin
Li Wanê otobûsek wergeriya: 5 mirî, 35 birîndar

PeyamaKurd - Li bajarê Wanê li ser rêya navçeya Payîzavayê otobûsa ku penaber tê de bûn qulibî. Hate zanîn ku di qezayê de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.  

Li gorî zanyariyan, otobusa ku penaber tê de bûn û ji navçeya Artemêt a Wanê ku ber bi Dîlokê ve diçû, li ser rêya Payîzavayê qezar kir.

Di qezayê de 5 penaberan jiyana xwe dest da û 35 penaber jî birîndar bûn. Parêzgariya Wanê ragihand: "Şeva 17ê îlona 2023yan saet derdora 03.01an li herêma Çeşmelî ya navçeya Payîzavayê, otobûsa penaberan a bi awayekî qaçaxî ji Navenda Paşveşandina Penaberan a Kurubaşê ber bi Dîlokê ve diçû, hakîmiyeta dîreksiyonê winda kir. Otobûsê qeza kir û gêr bû newalê." 

Hate gotin ku 7 personelên emniyetê, 2 ajokar û 26 penaber jî birîndar bûne û tedawiya kesên di qezayê de birîndar bûne berdewam dike.