Li Wanê sivanekî 15 salî ji aliyê leskerên Tirk hat gulebarankirin: Bi giranî birînda bû

17 July 2020 10:06 0 dîtin
Li Wanê sivanekî 15 salî ji aliyê leskerên Tirk hat gulebarankirin: Bi giranî birînda bû

PeyamaKurd - Li Wan Ebexa Bakurê Kurdistanê, şivanekî Kurd ê 15 salî Azat Bağa, dema pezê xwe diçêrîne ji ber gulebaranên leşkerên Tirk birîndar dibe. Ew zarok niha di nexweşxaneyê de, di lênerîna awarte de tê tedawîkirin.

Li gor angaştan, zarokê 15 salî Azat Bağa, danê sibê dema li Taxa Çiliya Jor a Ebexa Wanê pezê xwe diçêrîne, ji aliyê gulebarênên leşkerên Tirk ve bi giranî birîndar dibe.

Zarokê ku ji pişta xwe birîndar dibe, mervên wî bi lezgînî radikin Navenda Tıpa Dursun Odabaşı ya Zanîngeha Yuzuncu Yılê û li wir, di beşa lênarîna awarte de dixin bin tedawiyê.

Malbata wî piştî bûyerê agahdar dibin.

Di derbarê bûyerê de diya Azat Bağa got, ‘’ Lawê min li Taxa Çili şivantî dikir. Ji me re gotin danê sibê lawê we ji pişta xwe bi guleyên leşkeran birîndar bûye. Em jî hatin nexweşxaneyê, da ku mijarê fêm dikin. Lawê min niha di beşa lênerîna awarte de ye. Kesî em di derbarê rewşa wî de hîn agahdar nekiriye.’’

Malbatê bo alîkariya huqûqî serî li İHDyê dan.