Li welatê Kongoyê çiyayê volkanîk yê Nyamuragira ket nav tevgerê
PeyamaKurd – Li welatê Kongo ya Afrîkayê, li rojhilatê wê, çiyayê bi navê Nyamuragirayê ku li bajarê Goma ye, ket nav tevgerê lê tevgera wê nê yê ku niha zerarê bide jîngehan. Rêvebir xelkê dawetî aramiyê kirin.
Li gor ragihandina Mala Çavdêriyê ya Volkanîk ya Gomayê (OVG); çiya di Adara 2021an de ketibû nav tevgerê û niha ji 4ê Mijdarê û vir de ketiye nav tevgerê.”
Li bajarê Gomayê çiyayên volkanik yên Nyamuragira û Nyiragongo çiyayên bi hereket yên volkanik in.
Di 22yê Gulan a 2021an de, çiyayê Nyiragongo ketibû nav tevgerê û 32 kes jiyana xwe dabûn. Di felaketê de lavên agir heya nava bajêr hatibûn bi hezarî kes bê xanî mabûn.
Di sala 2022an de jî bi teqîna çiya re 250 kes miribûn û 120 hezar kes bê xanî mabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin