Li welatekî Afrîkayê darbeya leskerî pêk hat
PeyamaKurd – Li welatê Rojavayê Afrîkayê Gîneyê komek leşker ligel hêzên taybet ragihandin ku wan dest daniye ser deshilata welat û heta fermaneke din qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Koma leşkerî ya bi seroktiya Mamady Doumbouya derket televizyona fermî RTG ya Gîneyê û li wir ragihandin ku wan dest daniye ser rêveberiyê û hemû rêveberiyên sazî û dezgehên fermî hatine feshkirin.
Darbekaran herwiha diyar kiriye ku ew dê di demeke nêz de bi beşdariya gel destûreke nû ya welat amade bikin.
Leşkerên ku darbe kirine ragihandine ku wê hemû erkên parêzgar û qeymeqamtiyan bo Komîteya Geşepêdan û Yekîtiya Netewî (CNRD) werin radestkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokomarê Gîneyê Alpha Conde, 19ê Tîrmeha 2011an jî rastî hewleke darbeyê hatibû û bi moşekan êrîşî mala wî kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin