Li wî welatî bahoz rabû: Bi sedan kes mirin!
PeyamaKurd- Di agahiyên di çapemeniya Efrîkayê de hatin ragihandin de hat diyarkirin ku ji ber bahoza Freddyê ya ku ev meheke dawîn li başûrê rojhilatê Efrîkayê berdewam e, bi sedan kes mirine.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, ji ber lehî û şemitîna axê ku ji ber bahozê derketibû, li Malawî 438, li Mozambîk 67, li Madagaskarê 17 kes, bi giştî 522 kesan can dan.
Hat diyarkirin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku karesatê bandoreke neyînî li 500 hezar kesî kiriye û tenê li Malawî 345 hezar kes jî koçber bûne.
Di dema ku kesên ku malên xwe ji dest dane hewil didin ku xwe li kampên demildest bi cih bikin, hin dever ji ber zirara li rêyan nikarin xwe bigihînin wan.
Hat diyarkirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirina kesên di bin avê de mane û wenda bûne hîn jî dewam dikin.
Rêxistina Saziya Kêş û Hewayê ya Cîhanê ragihand ku Freddy ku ji mehekê zêdetir dewam kir, dibe ku di dîrokê de bibe bahozeke herî demdirêj.
Serokê Malawî Lazarus Chakwera jî ji bo kesên ku di bahoza Freddyê de jiyana xwe ji dest dane ji bo 14 rojan banga şînê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin