Li Xaneqînê ji ber koronayê hefteyekê qedexeye derketina derve hat ragihandin
PeyamaKurd - Li bajarê Xaneqîn yê Herêma Kurdistanê, wek tedbîrek li hember belavbûna vîrusa koronayê bo hefteyekê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Berdevkê qaymeqamtiya bajarê Xaneqînê, Yûsif Îbrahîm got, bi armanca ku rê li belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) were girtin, bi fermana parêzgarê parêzgeha Diyale, ji îro Şemiyê (30.05.2020) ve li Xaneqînê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
‘Duhî li Diyaleyê 13 kes bi Koronayê ketibûn’
Yûsif Îbrahîm her wiha got, ev rewş dê hefteyekê bidome. Ev qedexe tevahiya hatin û çûnê, çi bi otomobîlan, çi bi matoran û çi jî bi piyan, vedigire.
Berdevkê qaymeqamtiya Xaneqînê sebeba wê biryarê jî eşkere kir û got, duhî li parêzgeha Diyale 13 kes bi vîrusa Koronayê ketin, ji ber wê jî ev biryar hat dayîn

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin