Kongreya Rêxistina Bazirganiya Cîhanê ji ber derketina zincîreya nû ya Koronayê hat pasxistin

27 November 2021 11:32 0 dîtin
Kongreya Rêxistina Bazirganiya Cîhanê ji ber derketina zincîreya nû ya Koronayê hat pasxistin

PeyamaKurd – 12emîn Kongreya Rêxistina Bazirganiya Cîhanê ya taybet, ji ber derketina zincîreya nû ya Koronayê "Omicron" hat bi paşxistin.

Li gor Ajansa “Reuters” belav kir, 164 welatên endamên Rêxistina Bazirganiya Cîhanê li hev kirin ku kongreya wê rêxistinê ya biryar bû li Cenêvê bihata kirin, ji bo demeke nediyar were paşxistin.

Paşxistina kongreyê piştî wê zincîreya nû ya Koronayê “Omicron” li Afrîkaya Başûr hat vedîtin û gelek welatan rênimayên tund danîn ser geştkirinê, ev jî dw rê li ber gelek wezîran bigire ku biçin Cenêvê.

Zincîreya nû ya Koronayê “Omicron” yekem car li Afrîkaya Başûr hate dîtin û Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ew wekî “metirsîdar” bi nav kir.

Tê çaverêkirin, 194 endamên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO), hefteya bê peymanekê li ser şewbê nîqaş bikin.