WHO: Bi sedema derketina derziya Koronayê wê sala bê jiyan asayî bibe

27 November 2020 12:32 0 dîtin
WHO: Bi sedema derketina derziya Koronayê wê sala bê jiyan asayî bibe

PeyamaKurd – Rêveberê Programa Hawarçûnê yê li Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê (WHO) Mike Ryan diyar kir; wer dixwiye, wê bi sedema derziya li dijî Koronayê, sala bê jiyan asayî bibe.

Mike Ryan do ji kanaleke Îrlandî re axivî û da zanîn, ji ber derketina derziya li dijî Koronayê, sala bê dibe ku jiyan asayî bibe.

Mike Ryan diyar kir ku tevî asayîbûna jiyanê, divê xweparastin zêdetir li ber çavan were girtin û rêkarên tendirustiyê werin cîbicîkirin û xelk xwe ji qerebalixê dûr bixe.

Herwiha Ryan destnîşan kir, ku derketina derziya li dijî vîrûsa Koronayê nayê mana ku belavbûna vîrûsê wê bi dawî bibe, lê derfet dide me ku em li hember bandora vîrûsê, bi ser bikevin.