Li Xarpêtê beraz (wehs) daketin gundan

17 December 2024 00:02 0 dîtin
Li Xarpêtê beraz (wehs) daketin gundan

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê li navça Baskilê wehşên (berza) ku li çiya birçî mabûn daketin gundê Hecî Huseyin û ji xwe re li xwarinê geriyan. Muxtarê gund ragihand ku daketina berazan ya nav gund, di nav gundiyan de bûye sedema tirsê. Muxtar got:

“Di havînê de jî tên nav baxçe û çandiniyên me. Gundê me bû meskenê wehşan. Zerarê dan baxçên me. Em mecbûr man me baxçên xwe bi têlan dorpêç kir. Niha hewa sar bû û car din hatin heya nava gund. Ji bo nêçîra wan em li benda destekê ne.”