Li Sirnex û Xarpêtê riya 19 gundan asê bû

10 February 2025 14:55 0 dîtin
Li Sirnex û Xarpêtê riya 19 gundan asê bû

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina Midîriyeta Îdareya Taybet a Xizmetguzariyên Riyê ya Xarpêtê, barîna berfê û bagereke dijwar li deverên bilind ên bajêr dewam dike.

Ji ber berfê riya 9 gundan li navçeya Madenê û ya 8 gundan jî li navçeya Xulaman (Alacakaya) ji çûnûhatinê re asê bûye.

Her weha hat ragihandin ku ji ber barîna berfê riyên 2 gundên navçeya Elkê (Bêşebab) a Şirnexê jî ji çûnûhatinêr re asê bûne.

Hat ragihandin ku ekîbên peywirdar hewl didin riyan ji çûnûhatinê re vekin.