Li Xarpêtê 6 kes di nav malekê de kustî hatin dîtin

31 March 2023 17:23 0 dîtin
Li Xarpêtê 6 kes di nav malekê de kustî hatin dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê di nava malekê de 6 kes mirî hatin dîtin ku li ser bedena wan şopa guleyan hebû.

Li gorî zanyariyan mamosteykî piştî ku 5 endamên malbata xwe kuştine, xwe jî kuştiye. 

Tê îdiakirin ku mamosteyê bi navê Huseyîn F. ji ber sedemeke ku nayê zanîn bi malbata xwe re pev çûye û piştre jî bi çekê gule berdaye bavê xwe Cumalî, diya xwe Zeynep, xwişka xwe Remziye û birayên xwe yên astengdar Yusuf û Mesût û piştre jî gule berî serê xwe daye.

Hejmarek zêde tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.