Li Bexdayê di malekê de zêdetirî 20 top hatin dîtin

20 June 2024 12:02 0 dîtin
Li Bexdayê di malekê de zêdetirî 20 top hatin dîtin

PeyamaKurd – Li Bexdaya paytextê Iraqê 24 top li baxçeyê malekê hatin dîtin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin sitendin, li herêma Amriyeyê li cadeya El-Munazama li baxçeyê malekê 24 topên ku ji Awûstûryayê hatine çêkirin hatin bidestxistin.

Hate hînbûn ku topên ku di dema hilweşandina malê de hatine dîtin di bin baxçe de hatine veşartin.

Hat diyarkirin ku li ser îxbara xwediyê malê hêzên ewlehiyê topên hawanê bi silametî rakirine.