Li Yemenê ji ber lehiyê 30 xanî û mizgeftekî xerab bûn

28 August 2024 00:05 0 dîtin
Li Yemenê ji ber lehiyê 30 xanî û mizgeftekî xerab bûn

PeyamaKurd – Li Yemenê li bajarê Maribê li bajarokê Harib el-Karamişê di encama rabûna lehiyê de ji 30an zêdetir xanî û mizgeftekî tehrîb bûn. Di araziyên çandiniyê de jî xesara mezin giha cotyaran.

Li gor şaredarê bajarokê navborî Sadiq Heysan ku bajarok di bin kontrola Hûsiyan de ye, ji ajansa SANA re ragihandiye; li gor tesbîtên niha 225 donumê ku tê de çandiniya qehwê û meyweyan têkirin, xesar diye.

Lehî bi xwe re çamûr û xweliyê biriye, 20 heb bîr hatine girtin, ji bilî 30 xaniyan 5 mizgeft bi temamî an qismî xerab bûne.

Heysan ragihandiye ku derfetên wan yên malî tinene da destekê bidin xelkê û bang li rêxistinên xêrê kir da destekê bidin wan.