Li Zelanda Nû nexwesîna sorikan her diçe zêde dibe
PeyamaKurd- Li welatê Zelanda Nû her diçe nexweşîna sorikan zêde dibe û ji serê salê heya niha hezar û 51 kes bi sorikan ketine. Li gor ragihandina BBC yê wezareta tenduristiyê ya Zelandayê ragihandiye ku jimara nexweşên sorikan gelek zêde bûye. Nexweşîn, herî zêde li bajarê herî mezin li Aucklandê peyda bûye û jimara nexweşan gihaye 877 kesan.
Wezaret ragihand ku divê kesên temenên wan di navbera 1-5 salan de be, divê aşi bibin û kesên ku îhtîmala nexweşînê bi wan re hebe, divê xwe ji mirovên din, ji dibistanan û xelkê dûr bigrin.
Li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) di tevahiya dinyayê de rêjeya nexweşînê ya her sê mehê ewilî li gor sala borî 4 car ji ya par zêdetir bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin