Lloyd Austin û Sergey Soygu bi telefonê axifîn

13 May 2022 23:15 0 dîtin
Lloyd Austin û Sergey Soygu bi telefonê axifîn

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin û wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ji destpêka şerê Rûsya û Ûkraynayê cara yekem bi telefinê axifîn. Austin behsa girîngiya ragihandina agirbesê kir û xwest ku rêyên danûsitendinê yên navbera her dû dewletan vekirî bihêlin. Berdevkê Pentagonê John Kirby bi nivîskî mijarê ragihand û got ku ji 18 ê sibatê heya niha, ev cara yekeme ku her dû wezîr bi telefonê diaxifin. Kirby di daxwuyaniyê de weha got:

"Wezîr Lloyd Austin ji roja 18 ê sibatê heya niha cara yekem di 13 ê gulanê de bi wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Serger Şoygu re diaxife. Wezîr Austin ji Rûsyayê yekser agibesê xwestiye û behsa girîngiya hêlana rêyên danûsitendinê kiriye ku divê wan rêyan vekirî bihêlin.”