London hewl dide ku penaberên nav xwe bisîne Ermenistanê

15 April 2024 12:11 0 dîtin
London hewl dide ku penaberên nav xwe bisîne Ermenistanê

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Serokwezîrê Brîtanyayê Rişi Sunak ji bo penaberên welêt bişîne Ermenîstanê bi rayedarên Ermenistanê re danûstandinan dike.

Rojnameya The Times di nûçeya xwe ya ku spartiye jêderên nêzîkî hikûmeta Ermenistanê de ragihandiye ku Brîtanya plan dike ku penaberên deryasayî yên li welatê xwe bişîne Ermenistanê.

Sunak ku di van salên dawî de her tim bi rêbazên cuda hewl dide penaberan ji welêt derbixe, berê jî hewl dabû ku penaberan bişîne welatên wekî Peravên Fîl, Kosta Rîka û Botswanayê .

Sunakê ku her wiha bi Ruandayê re peymana penaberan îmze kiribû û xwe amade dikir ku penaberên ji Îngilîstanê bişîne vî welatî, rastî reda Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME)hatibû

DMMEyê, bi sedema ku rêzikên mafê mirovan binpê dike, peymana Brîtanya û Ruanday3e betal kiribû.

Piştre di çapemeniya Brîtanyayê de hatibû ragihandin ku Brîtanya ji bo şandina penaberan plan dike ku ji DMMEyê vekişe.