Lukasenko ji hinek yekîneyên leskerî re fermana amadekariya wexta ser da
PeyamaKurd – Serokkomarê dewleta Belarûsê Aleksandr Lukaşenko ji bo hinek yekîneyên artêşa xwe fermana amadebûna standardên wexta şer da ku li gor wê xwe amade bikin. Lukaşenko, di hevdîtina bi sekreterê konseya ewlehiyê ya dewletê ya bi Aleksandr Volfoviç de got ku bi Rûsya re sehayên parastinê çêkirine û dê ev yekîne bibin hêzên çekdar yên her dû dewletan yên hevpar. Lukaşenko di axaftina xwe de weha got:
“Pêwiste xelkê Belarûsê bizanibe dê xwe çawa biparêze û wê çi bike. Ne hewceye bêjin wê li Ûkraynayê şer bikin û civaka me sûcdar bikin. Divê em axa welatê xwe biparêzin. Eger em behsa desteka Rûsya bikin; ez car din bibêjim di ser Belarûsê de li hemberê yekîneyên Rûsya ji paş de, ji rex an perekî de divê derbe an ku lêdan çênebin û wê nebin jî. Ev li hemberê hevkarê me, barê ser milên me ye.
Divê di mijara perwerde û ewlehiya leşkerî de sistayî çênebe. Rewş gelek xetere. Hetta dikarim bêjim talûkeye û divê em ti carî xwe sist nekin. Ne hewceye em ji ti tiştekî bitirsin. Divê em hinek yekîneyên xwe yên leşkerî ji bo standardên wexta şer bixin amadebaşiyê. Ev pêwiste.
Pêdivî bi bergiriya welat heye û bi amadekirina xwebexşên mîlîsan heye. Ev hêzên mîlîs di asta amadekirinê de ne û ev mîlîs wê şervanên çawa bin û xwediyê kîjan çekan bin, divê bên kontrolkirin û li gor wê bikevin nav tevgerê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin