Macron bersiva peyama spasiyê ya Nêçîrvan Barzanî da: Fransa ti carî ji bîr nake!
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî bidawîbûna serdana Serokê Fransayê Emmanuel Macron a Kurdistanê ya doh 29ê Tebaxê ku piştê Lûtkeya Bexdayê ya 28ê Tebaxê derbasî Hewlêrê bûbû peyameke spasî û dostaniyê bo Fransa û Macron belav kir.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bersiv da peyma Nêçîrvan Barzanî ya li ser Twitterê û got, “Min doh xwest serdana xwe ya Iraqê li Hewlêrê bidawî bikim. Wê Fransa ti carî têkoşîna şervanên Kurd a li dijî DAIŞê ji bîr neke. Ji bo pêşwaziyê em spasiya Birêz Nêçîrvan Barzanî dikin.”
C’est à Erbil que j'ai souhaité conclure hier mon déplacement en Irak.
— Emmanuel Macron (@EmmanuelMacron) August 30, 2021
Jamais la France n'oubliera l'engagement des combattants kurdes dans le combat contre Daech.
Cher Nechirvan, merci pour cet accueil. https://t.co/I9exGhoIMg
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya ku ligel wêneyê xwe û Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Macron belav kir de gotibû, ez gelekî şanaz im ku min mazûvanî li hevalê xwe yê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron kiriye.
Nêçîrvan Barzanî herwiha destnîşan kiribû, ew ji bo piştevaniya qayîm a Fransayê ya bo Kurdistanê spasiyê li Macron dike û dibêje, wê dostaniya navbera Kurdistan û Fransayê berdewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin