Nêçîrvan Barzanî bersiva nameya Macron da…
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bersiva nameya Serokê Fransayê Emmanul Macron ku îro 30yê Îlonê bi rêya Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies gihîştibû ber destê wî da.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê ji bo nameya spasiyê ya Macron got ku Macron ji bo serdana Herêma Kurdistanê bal kişandiye ser pêwendiyên bihêz û dîrokî yên navbera Fransa û Kurdistanê û diyar kir, “Ji bo piştgiriya berdewam a Fransayê bo Herêma Kurdistanê ez spasdar im.”
Mon cher ami @EmmanuelMacron m'a écrit suite à sa récente visite dans la région du Kurdistan et en Irak. Sa venue à Erbil a été l'expression des liens forts et historiques entre nos nations. Je suis reconnaissant à la France pour son soutien constant au Kurdistan et à l'Irak. pic.twitter.com/Mp6KD4Cqgc
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) September 30, 2021
Nameya Macron a bo Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
“Rêzdar cenabê serok, Nêçîrvanê hêja
Şerefmend û kêfxweşim ku li ser navê Fransa û li ser navê xwe spasiyan pêşkêşî cenabê te bikim, bo wê pêşwaziya germ ku li Hewlêrê li min kir, wek çawa di hevdîtin û civînên me yên berê de li Bexda û Parîsê, min soza serdana Hewlêrê dabû cenabê te.
Fransa û Herêma Kurdistanê xwedî peywendiyeke dîrokî û bêhempa ne ku divê em di asteke bilind de ragirin. Ev rihê dostanî û bawerî û wefedariyê di civîna me de rengvedan li ser dewlemendiya guherîna bîr û nêrînên me hebû, herwiha bi hevdîtina li gel serok Mesûd Barzanî û malbata şehîd Hucam Sûrçî li Hewlêrê, min xwest vê wefedariyê û dostatiyê bilind ragirim.
Ez piştrastim Herêma Kurdistanê dê sûdmend be ji wan pêşkevtinên di konferansa Bexdayê de bo hemahengî û hevbeşiyê bidest hatin, piştrastim jî ku Fransa li dijî terorê, herwiha jibo pêşxistina peywendiyên aborî û civakî, li ser pabendiya xwe li gel we, berdewam dibe.
Bi nûkirina wefedartirîn hêviya min bo serkevtina te cenabê serok, rica dikim rêza min a bê dawî qebûl bikin.”
Nêçîrvan Barzanî bersiva nameya Macron da…
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bersiva nameya Serokê Fransayê Emmanul Macron ku îro 30yê Îlonê bi rêya Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies gihîştibû ber destê wî da.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê ji bo nameya spasiyê ya Macron got ku Macron ji bo serdana Herêma Kurdistanê bal kişandiye ser pêwendiyên bihêz û dîrokî yên navbera Fransa û Kurdistanê û diyar kir, “Ji bo piştgiriya berdewam a Fransayê bo Herêma Kurdistanê ez spasdar im.”
Nameya Macron a bo Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
“Rêzdar cenabê serok, Nêçîrvanê hêja
Şerefmend û kêfxweşim ku li ser navê Fransa û li ser navê xwe spasiyan pêşkêşî cenabê te bikim, bo wê pêşwaziya germ ku li Hewlêrê li min kir, wek çawa di hevdîtin û civînên me yên berê de li Bexda û Parîsê, min soza serdana Hewlêrê dabû cenabê te.
Fransa û Herêma Kurdistanê xwedî peywendiyeke dîrokî û bêhempa ne ku divê em di asteke bilind de ragirin. Ev rihê dostanî û bawerî û wefedariyê di civîna me de rengvedan li ser dewlemendiya guherîna bîr û nêrînên me hebû, herwiha bi hevdîtina li gel serok Mesûd Barzanî û malbata şehîd Hucam Sûrçî li Hewlêrê, min xwest vê wefedariyê û dostatiyê bilind ragirim.
Ez piştrastim Herêma Kurdistanê dê sûdmend be ji wan pêşkevtinên di konferansa Bexdayê de bo hemahengî û hevbeşiyê bidest hatin, piştrastim jî ku Fransa li dijî terorê, herwiha jibo pêşxistina peywendiyên aborî û civakî, li ser pabendiya xwe li gel we, berdewam dibe.
Bi nûkirina wefedartirîn hêviya min bo serkevtina te cenabê serok, rica dikim rêza min a bê dawî qebûl bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin