Macron bertek ji projeya gazê ya Rûsya-Tirkiye re nîsan da!
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, li ser projeya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a bi ser Tirkiyê de veguhestina gazê bo Ewropayê daxuyanî da û got, pêşniyara Pûtîn bêwate ye.
Macron, li ser pêşniyara Pûtîn a bo Erdogan ku dixwaze li Tirkiyê navenda hinardekirina gaza Rûsî ava bike ragihand: "Ti wateyeke avakirina binesaziya firotina zêdetir gaza rûsî nîne."
Serokomarê Fransayê bal kişand ser dorpêçên ji ber şêr Ukraynayê li ser Rûsyayê hatine sepandin û li ser hawirdekirina gaza rûsî got ku berê ji sedî 40 gaza wan ji Rûsyayê dihat, niha daketiye ji sedî 7,5an û wê hîn jî dakeve.
Herwiha Macron destnîşan kir, “Rûsya dikare biryara zêdetir hinardekirina gazê bo Tirkiyê bide, lê ev ji bo Yekîtiya Ewropayê nabe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin