Rûsya: Wê Ewrûpa di zivistana bê de nikaribe depoyên gazê tije bike

04 March 2025 00:02 0 dîtin
Rûsya: Wê Ewrûpa di zivistana bê de nikaribe depoyên gazê tije bike

PeyamaKurd – Şîrketa enerjiyê ya Rûsyayê Gazprom ragihand ku amadekarên gaza Ewrûpayê kêm bûne û di zivistana bê de, gelek zahmete ku depoyên bin axê tije bikin. Şîrket bi sedema amadekarên baweriyê kêm bûne û kapasîta depoyan kêm bûye, wê Ewrûpa di zivistana pêşiya me de bi zahmetiyan re rû bi rû bimîne.

Gazpromê her weha rêjeya depoyan da û got ku Ewrûpa bilez gazê serf dike, bi hesabê 28ê Sibatê; di depoyan de 39,2 milyar m3 gaz maye. Tevî ku demsal normal dewam dike jî gaza tê serfkirin gelek zêdeye.

Berya şerê Rûsya-Ûkraynayê, şîrketa Gazpromê ji bo Ewrûpayê gazê amade dikir û bazara Ewrûpayê heya %40an di destê Rûsya de bû.

Bi sedema givaşên ser Rûsyayê, muşteriyên Gazpromê çûn ber bi DYA, Qatar û Norweçê de û sala borî welatên navborî karibûn 15 milyar m3 LNGê bidin Ewrûpayê. Sala borî Gazpromê 15 milyar m3 gazê dabû Ewrûpayê. Ev miqdar di sala 2021an de 201,7 milyar m3 bû.