Macron: Çîn, Rûsya û Tirkiye hêzên emperyalîst in!

07 November 2022 20:19 0 dîtin
Macron: Çîn, Rûsya û Tirkiye hêzên emperyalîst in!

PeyamaKurd – Serokomarê Fransa Emmanuel Macron beriya Konferansa Aliyan a li Lutkeya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ya 27emîn ku li paytexta Misirê Qahîreyê tê lidarxistin, bersiva pirsên rojnamevanan da.

Macron, di civîna rojnamevanî de, Tirkiye, Çîn û Rûsya li herêma Afrîkayê wekî hêzên emperyalîst tawanbar kir û got, mêtîngeriya Fransayê ya heyamên berê li Afrîkayê wekî barekî giran li ser milê wan e.

Macron diyar kir ku di demên dawî de, dijatiya Fransayê li hin welatan hatiye pêşxistin û ev jî bêhtir ji aliyê Rûsya û çend welatên din tê fînansekirin û bi rêya medya sosyal û çalakvanan vî karî dimeşînin.

Herwiha Macron destnîşan kir, "Çînî, Rûs û Tirk gelo li Afrîkayê ji Fransiyan tiştekî baştir dikin? Ji me deh qatan xirabtir dikin” û ew hersê welat wekî hêzên emperyalîst pênase kir.